Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîkarê Serokê Ukraynayê Rastî Hewla Kuştinê Tê


Qada êrîşa dijî Serhiy Shefir li gundê Lesnyky ya derveyî paytext Kyîev, 22 Îlon 2021.
Qada êrîşa dijî Serhiy Shefir li gundê Lesnyky ya derveyî paytext Kyîev, 22 Îlon 2021.

Ukrayna îro Çarşemê dîyar kir ku dijî karbidestekî payebilind yê serokê welêt Volodymyr Zelenskiy êrîşeke çekdarî pêk hatiye.

Êrîşa dijî karbidestê bi navê Serhiy Shefir li gundê Lesnyky ya derveyî paytext Kyîev hatiye kirin.

Dozgerekî ragihand ku bi çekên otomatîk di êrîşa ser trimbêla Shefir de hatine bikar anîn, trimbêl 18 caran hatiye lêdan û li kêleka ajokar gelek qulikên guleyan hatine dîtin.

Polîsan derbarê bûyerê daxuyanîyek ragihand û da zanîn ku Serhiy Shefir ji êrîşê sax filitîye lê ajokarê wî birîndar bûye.

Hevdem, polîsan bi gumana kuştina bi mebest dozek vekirine.

Serokê Ukrayna Zelenskiy , ku jibo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, got ku ew niha nizane kî berpirsê êrîşê ye.

Zelenskiy herwiha got ku dibe êrîş jibo wî peyamek be.

"Şandina peyamekê ji mi re bi rêka êrîşkirina hevalekî min lawazî ye," Zelenskiy anî zimên.

Zelenskiy eşkere ku li şûna ku paşve gav bavêje, dê reformên xwe yên plansazkirî du qat zêde bike.

"Ew bandorê li hêza tîma me nake, rêka ku min bi tîma xwe re hilbijartiye bo guhertinan, bo paqijkirina aborîya me, bo şerê dijî sûc û komên darayî yên bi bandor," serokê Ukraynî got.

Shefir piştî êrîşê bi polîsan û bi wezîrê karên navxwe Denys Monastyrsky re preskonferanseke ya hevpar, darxist.

"Min ti tiştek ku bibe sedema êrîşkariyê nekiriye. Ez difikirim ku ev bo tirsandinê ye. Lê, ez bawer dikim dê ev kiryar serok netirsîne," Shefir got.

Zelenskiy bi sozên têkoşîna dijî olîgarkên welêt û gendelîyê, hate ser desthilatê.

Mykhailo Podolyak, yek ji şêwirmendên Zelenskiy, got ku hewla kuştinê dibe ku jiber kemeyna dijî olîgarkan, hatiye kirin.

Hevdem, Podolyak dijî olîgarkan soza tedbîrên tundtir da.

Parlemento vê hefteyê li ser nîqaşkirina qanûna seroktîyê ya ku kêmkirina bandora olîgarkan di civaka Ukraynî de armanc dike, bicive.

Polîs got ku ew sê senaryoyan lêpêrsîn dikin: hewildanek ku zextê li ser seroktîya welêt bike, hewildanek jibo bêaramkirina rewşa siyasî û tevlîbûna servîsên îstixbaratê yên biyanî.

Oleksandr Korniienko, serokê partîya siyasî ya Zelenskiy, got ku divê tevlîbûna Rûsyayê neyê paş goh kirin.

"Divê tevlîbûna Rûsî bi tevahî neyê paş goh kirin. Em şîyana wan ya rexistkirina êrişên terorîstî yên li welatên cûda dizanin," Korniienko got.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku ti tekildarîya gotarên tevlîbûna Rûsyayê bi rastîyê re tune ye.

XS
SM
MD
LG