Karbidestên li Burmaya bin desthilata leşkerî dibêjin, karbidestekî bilind yê Neteweyên Yekbûyî de serêdana wî welatî bike, jibo hevdîtinên ligel desthilatdarên leşkerî û rêbera dekomrasî ya azadkirî Aung San Suu Kyi.
Karbidestê ku nexwest navê xwe eşkere bike roja Înîyê got, Vijay Nambiar, serokê karmendên Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon her wiha ligel rêberê partîya serkeftî ya hilbijartinan vê dawîyê jî hevdîtinan bike.
Karbidest radigîhînin, Nambiar li ber e roja Şemîyê bigeheje bajarê serekî Rangoon, jibo serêdaneke 2 rojî.
Piştî azadbûna xwe ya li 7’ê Mijdarê, Aung San Suu Kyi ligel gelek dîplomat, nûnerên NY’ê, sîyasetvan û ajansên navnetewî kom dibe. Xanim San Suu Kyi gelek caran dubare kir ku ewê jibo Burmayeke demokratîk bixebite.