Breaking News

Karbidestek Amerîkî Gote Esed, Yan Rêberatîya Reformên Demokrasî bike Yan ji Sûrîye Derkev

Karbidestek Amerîkî Gote Esed, Yan Rêberatîya Reformên Demokrasî bike Yan ji Sûrîye Derkev
Karbidestek Amerîkî Gote Esed, Yan Rêberatîya Reformên Demokrasî bike Yan ji Sûrîye Derkev

Amerîka dorgirtin li ser Serokê Sûrî danan jiber zêdegavîyan li ser mafên mirovan li demê ku tepeserkirina bi tûndî û xwînawî li sernaser Sûrîya zêde dibit.

Wezareta Xezîneya Amerîkî dûhî Çarşem got, wê milk û samanê Serok Başar Esed û 6 ji mezne alîkarên wî ragirtîye. Ew biryara Amerîkî benkirinê dadinêt ser bazirganîya kesayetî û kempanîyên Amerîkî di gel wan karbidestên Sûrî.

Mezne karbidestê Wezareta Xezîneya Amerîlî got, ew tole û dorgirtin peyamekê rohn û aşkereye ji Serok Esed û rêberên dî yên Sûrî kû ewê berpisyar bin ji tûndutûjîyên û zordarî ya li welatî .

Karbidestê nevîya navê xwe eşkere biket got Serok Esed dû bijare hene, yan dê rêberatîya veguhastina Sûrîye berev demokrasîyetê biket yan dê ji Sûrîye derkevit.

XS
SM
MD
LG