Breaking News

Karbidestên Japonî: Dibe ku Jimara Qurbaniyan li 10 Hezar Kesan zêdetir Bibe

Karbidestên Japonî: Dibe ku Jimara Qurbaniyan li 10 Hezar Kesan zêdetir Bibe
Karbidestên Japonî: Dibe ku Jimara Qurbaniyan li 10 Hezar Kesan zêdetir Bibe

Jimara qurbaniyên karesata erdhej û tsunamî ya japonê berdewam zêde dibe. Karbidestên Japonî dibêjin, dibe ku jimara qurbaniyan bitenê li herêma Miyagî li 10 hezar kesan zêdetir bibe.

Ajansa nûçeyên Kyodo ragihand ku jimara kesên kuştî û kesên wendayî li seranserê welatî du hezar kes e.

Sed hezar leşkerên Japonî niha beşkdarî bizavên alîkarî û lêgerînê dikin bi hevkarîya hêzên Amerîkî.

Di gotarekê de roja Yekşembî, serokwezîrê Japonî Naoto Kan daxwaza hevgirtinê li gelê Japonî kir, dema welatê wî rûbirûya mezintirîn karesatê dibe piştî bi dawî hatina şerê duwemê cîhanê.

XS
SM
MD
LG