Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Tirk Dibêjin Serhildayên PKK'ê 3 Leşker Kuştin


Karbidestên Tirk dibêjin serhildayên Kurd roja Pêncşemê 3 leşkerên Tirk kuştin, di dema şerekî de li devereke çîyayî li başûrê Tirkîyê.

Hîn piştrast nebûye ka qûrbanî ji alîyê serhildayan ve ketine yan ne.

Serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê, ku wekî PKK’ê jî tê nasîn , ji sala 1984’an vir ve jibo serxwebûna Kurdan li Tirkîyê şer dike.

Heta niha bêtirî 40 hezar kes, di şerê ku ji wê çaxê de destpê kirîye de hatine kuştin.

PKK ji alîyê Amerîka û Yekîtîye Ewropa ve wekî rêxistineke terorîst tê nasîn.

XS
SM
MD
LG