Rêvebira Cîbicîkar a Ajansa Amerîkî ya Medyaya Cîhanî (USAGM)Kari Lake di peyamekê de got ku Îran dê azad bibe.
Berpirsa USGAM, ku Dengê Amerîka jî beşek jê ye, di postekê de ser platforma Xê îro Şemîyê got: "Çi kêlîkeke şanaz e ku em di nav de ne. Xwedê Amerîka û serok Donald Trump biparêze."
Dengê Amerîka bûye çavkanîyeke serekî bo şopandina şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê. Serok Trump wergera Farisî ya gotara xwe derbarê ragihandina operasyona dijî Tehranê li ser platforma Truth Social belav kir.
Beşê Farisî yê Dengê Amerîka ragihand ku weşana wê ya televizyonê di hundirê Îranê de rastî qutbûn û astengîyan tê û Dengê Amerîka kar dike ji bo van pirsgirêkan çareser bike. Dibe ku ev jî beşek be ji hewlên rejîma Îranê yên birîna agahîyên derbarê şerê berdewam.