Her sal bi sed hezaran karkerên Kurd jibo kar ji bajarên xwe berê xwe didin bajarên rojavayê Tirkîye.
Beşeke mezin ji karkerên Kurd jiber bêkarîya li bajarên xwe, bi malbat û zarokên xwe wek karkerên çandinîyê yên demsalî diçrin rojavayê Tirkîyê.
Ev karkeran ji destpêka biharê heta dawîya havînê di her qonaxa çandînî, xepartin û berhevkirina hilberînan de 8 heta 14 saetan kar dikin.
Tevî karê giran ku ew dikin, tenê 80 heta 120 lîrayê Tirkî qezenc dikin û di rojên germ, sar û nav gemarî û nexweşîyan de dixebitin.
Ew karker di pirsgirêka perwerdeya zarokên wan û saxlemîya wan de jî piranîya caran têne paşguh kirin.
Yaşar Îşyel jî karkerekî Kurd ê ji bajarê Riha’yê ye ku ev nêzî 15 salan e wek karkerê çandinîyê yê demsalî debara xwe û malbata xwe dike.
Îşyel ku îsal li Çanakkale ye dîyar dike ku ev kar pir zahmet e û mirovan pir diwestîne.
“Berî niha li Ruhayê karê pembû hebû. Niha xepartina pembû bi motoran tê kirin û çinandina wê jî bi bîçerê tê kirin. Jiber vê yekê jî karê demsalî li wir tuneye. Li vê derê jî jîyana me li ber tavê derbaz dibe û em xwarina xwe li ber tavê dixwin. Her tişt buha ye û karker jî tiştekî qezenç nakin.”