Karkerên Kurd jibo ku debara malbata xwe bikin ji bajarê Kurdan jibo karê avahîsazîyê bêre xwe didin bajarê Stenbolê.
Jixwe li gor pêzanînên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) herî zêde karker ku bi 1.730.000 hezarî zêdetir kes di sektora avahîsazîyê de dixebitin ku herî zêde karê avahîsazîyê jî li heman bajarî tê kirin.
Her çiqas îstatîstîkekî zelal a li ser hejmara karkerên Kurd yên di vî karî de dixebitin ne dîyar be jî Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karabulut ku dîbêje ku bi sedhezaran Kurd di vî karî de di bin şert û mercên dijwar de dixebitin.
Bi vê mijarê ve girêdayî bi taybetî her roj bi hezaran karkerên Kurd li vî bajarî ji serê sibê seat 08.00 heta 07.00’an an jî heta 08.00’ê evarî di karê vî karî de diwestin ku yek ji van jî Sînan Butun yê ji bajarê Wan’ê ye.
Butun piştî dibistana seretayî diqedandîye dest bi karê sektora avahîsazîyê kiriye ku ev nêzî 30 salan e dixebite.
“Jibo kar û debara xwe ez hatim Stenbolê. Minak di zarokatîya min de dema karker jibo kar diçûn Karadenîz’ê dihat gotin ku tenê kal mane, niha jî heman rewş heye. Sedema vê yekê jî li bajarên me bêkarî heye û em têne xurbetî yê.”
Karkerê Kurd Murat Aslan jî ji sala 1994’an û vir ve di karê avahîsazîyê de dixebite û ew jibo ku debara xwe bike bi malbata xwe re ji bajarê Wanê hatine Stenbolê.
“Jiber belengazî û bêkarîyê ez bi malbata xwe re hatim vir. Ez dixwazim ku li bajarê min kar hebûya ku mirov zêdetir pê kêfxweş dibe.”
Hêjayî gotinê ye ku karkerên Kurd tevî vî karê giran jî destnîşan dikin ku diravên distînin jiber bihabûna li Tirkîyê gelek caran têra debara wan nake.