Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê Hêzên Dijî Terorê ji Bajarê Kerkukê Vedikşin


Hêzên Îraqê yên dijî terorê ji Kerkûk vekişiyan û Firqeya 61 a girêdayî nivîsîngeha serokwezêr Îraqê li cihê wan dest bi kar kir û biryar e polîsê Fedralî ji sînorên Kerkûkê vekişe û artêşa Îraqê cihê wan bigre.

Endamê encûmena parêzgeha Kerkukê Ciwan Hesen ji peyamnêrê Dengê Amerîka Dilşad Enwer re got ku sedema vekişîna hêzên dijî terorê ew temambûna erka wan e.

Li gor endamê encûmena parêzgeha Kerkukê, rêkeftina Hewlêr û Bexda ya ji bo normalkirina rewşa Kerkûkê ew di pişt vekişîna hêzên dijî terorê de ye.

Hêzên girêdayî serowezîrê Îraqê doh Înê gihîştin Kerkukê û biryar e artêşa Îraqê li derdora qezaya Xaniqînê û parêzgeha Diyala cihê polîsê Fedralî bigre.

Ji bo guhdarîkirina li raporê fayla deng veke

Raporta Dilşad Enwer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

XS
SM
MD
LG