Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşenbîrê Kurd Karlenê Çaçanî Koça Dawî Kir


Çar rewşenbîrên girîng yên Kurdên Sovyetê berê bi hevre ne: Şeref Eşirî, Şakiroyê Mixoyî, Karlînê Çaçanî û Emerîkê Serdar

Rewşenbîrê Kurd yê navdar, Karlenê Çaçanî do li Êrîvanê koça dawî kir. Prof. Dr. Çaçanî ku Serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurd bû, her wiha seroktîya Akademîya Zanistî ya Netewî ya Ermenîstanê jî dikir.

Nivîskar, helbestvan û lêkolînerê Kurd Karlenê Çaçanî, di temenê xwe yê 83 salan de sewa çand û dîroka gelê Kurd xebitîbû.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê, li ser koça dawî ya Karlenê Çaçanî hevpeyvînek bi Tîtalê Kerem, Serokê Para Kurdî ya Radyoya Yerevanê û Redaktorê rojnameya Rîya Teze, re kir.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG