Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Enqerê Îdianameya Ser Kuştina Balyozê Rûs Pejirand


Dadgeha Cezaya Giran ya 2’yê ya Enqerê îdianameya ser kuştina Balyozê Rûsya li Enqerê Andrey Karlov pejirand û biryar da ku rûniştina pêşî dê di 8’ê Rêbendana 2019’an de pêk were.

Îdianameya ser kuştina Karlov di du salan de hat hazir kirin û tê de 28 kesên gumabar hene.

Di nav gumanbarên îdianamayê de Fetullah Gulen jî heye, ku Tirkîye wî bi pêşengîya hewildana darbeyê ya sala 2016’an tawanbar dike.

Li gor îdianameyê, plana kuştina Karlov, di Rêbendana 2016’an de li Amerîka ‘’di civîneke rêxistinî’’ de hatiye kirin.

Karlov di Berfanbara 2016’an de di pêşangeheke de li Enqerê hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG