Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt, îro Duşemê di civîneke Çapemenîyê de derbarê êrîşa çekdarî ya ser merasîma şîva Peyamnêrên Koşka Spî axivî.
Leavitt got "Serok Trump, Xanima Yekem Melania, û Koşka Spî bi awayekî taybet spasdarên hêzên ewlekarîyê ne," dema ku wan bi comerdî kontrola rewşê kir piştî ku, êrîşa çekdarî pêkhatî, bi taybet jî polîsê qehreman ku guleyek li sîngê wî ketbû.
Karoline Leavitt got, "Serok Trump bixwe bi endamê hêza ewlehîyê yê wêrek re axivî û pirsa rewşa wî kir, wî ji serok re piştrast kir ku ew baş e."
"Şeva Şemîyê diviyabû êvarek şad û kêfxweş ba, ji ber ku azadîya raman û axaftinê xala yekem a destûra Amerîkayê ye, û serok dixwest wê boneyê li endamên çapemenîyê, pîroz bike," Leavitt got.
Berdevka Koşka Spî got, "lê mixabin di şûna wê de, şev ji hêla kesekî serberdayî ê dij-Trump ve hat rehînegirtin, ku ew li seranserê welêt geriya da ku serok û herjmarek zêde ya rayedarên rêveberîyê bikuje."
"Ev sêyemîn hewldana kuştina mezin a li dijî Serok Trump a di du salan de ye. Di dîrokê de ti serokên din bi hewldanên cidî yên dubare yên weha re, rû bi rû nebûne," Leavitt got.
Karoline Leavitt balê dikişîne ser pêwstî bi hebûna saloneke taybet a merasîmên Koşka Spî û dibêje ji bo ewlehîyê ew pir "girînge."
Wê got, "Serok bi tevahî rast dibêje. Ji ber vê yekê projeya salona merasîman a Koşka Spî ne tenê projeyek kêfxweşîyê ye ji bo Serok Trump, wekî çawan di medyayê de tê behiskirin." "Bi rastî ji bo ewlehîya me ya neteweyî girîng e ku cihek û rêzeke mezintir hebe."
Şeva Şemîyê di dema pêkanîna merasîmênn şîva Peyamnêrên Koşka Spî (WHCA) de, kesekî bi navê Cole Allen yê 31 salî bi çek û kêrê êrîş li hotêla Washington Hilton pêkanî bû, lê hêzên ewlehîyê bi şêwekî lezgîn êrîş kontrol kir û êrîşkar desteser kir.
Îro Duşemê ew li dadgehê amade bû û tomet arasteyî wî hatin kirin.