Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Û Hindistan Jibo Aramiya Kaşmîr Lihev Tên


ÎSLAMABAD, Pêncşemê Pakistan û Hindistanê lihev kirin ku derhal duberî û dojminkarîyên leşkerî yên derbarê aloziyên heyî nehêlin û vegerin agirbesta 2003ê jibo aramiya di navbera herdu welatên Asya de, yên xwedî çekê atomî.

Roja Pêncşemê herdu aliyan daxuyaniyek hevbeş weşand û got ku fermandarên leşkerî yên herdu aliyan"Mekanîzme diyarkirî daniye jibo têkiliyên bi herêmên gerim re" û ev yek di "atmosferek azad, eşkere û ji dil" de pêkahtiye, ku dê çavdêrî li ser dirêjahiya hemû sinorê Kaşmîr hebe di navbera Pakistan û Hindiatanê de.

"Herdu alî lihevhatin û pêgirîyek bihêz bi hemû wan peymanan, lihevtêgehiştnan û agirbestan bihê kirin" li hemû enya şer (LOC) û li hemû sektoaran, ev yek nîva şevê ya 24/25'ê Şibata 2021ê, dê bikeve di warê cîbicîkrinê de". Ev li gor daxuyaniya leşkerê Pakistanê hat ragihandin.

Di dîdara fermandarên leşkerî yên herdu welatan de lihevhatin çêbûye ku herdu alî di demên pêwsît de li ser rewşa ewlekariya sinor bicivin "dema ku her rewşek peyda bibe yan jî livehtêngehiştenik rû bide."

Pêncşemê piştî çendîn mehên ku alozî dom dikirin, di navbera Hindistan û Pakistanê de, bo cara yekê têkliya leşkerên herdu welatan pêkhat.

Wezîrê derve yê Pakistanê Shah Mehmood Qureshi pesina rêkeftinê da û got "Pêngavek giringe" jibo bihêzkirina aştiya li herêmê.

"Dikare bibe destpêkek baş, lê Hindistan dê neçar bibe ku bi dilsozî rêkeftinê bicih bîne". Wezîr Qureshi got.

Piştî jihev cûdabûna Pakistan û Hindistanê, ji sala 1947ê di 3 şerên di navbera herdu welatan de 2 ji wan li ser Kaşmîrê çêbûne, her welatek hizir dike ku hemû herêma Himalaya ya wê ye û ev piranya caran sedema derketina şer û aloziyane di navbera Hindistan û Pakistanê de.

Herdu welat sala 2003ê li ser agirbestê lihev kirbûn, nakokiyên herdu welatên xwedî atom û çekê navokî hertim ciyê nerihetiya civaka navnetewî ye.

XS
SM
MD
LG