Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ketaîb Hîzbullah Dibêjê Wê Jinûve Dest bi Êrîşên Ser Hêzên Amerîkî Nekiriye


Çekdarên Koma çekdar Ketaîb Hîzbullah (KH) li Hilla, Îraqê, piştî êrîşekî esmanî ya Amerîka, 22 Mijdar, 2023.
Çekdarên Koma çekdar Ketaîb Hîzbullah (KH) li Hilla, Îraqê, piştî êrîşekî esmanî ya Amerîka, 22 Mijdar, 2023.

Koma çekdar ya Îraqî Ketaîb Hîzbullah (KH) îro Duşemê bi daxuyanîyeke red kir kir ku wê jinûve dest bi êrîşên ser hêzên Amerîkî kiriye.

Ev redkirina Ketaîb Hîzbullah hat, piştî ku jimareke çavkanîyên medyayî ragihandin ku kome çekdar ya ku Îran piştgirîya wê dike piştî sê mehan dîsa êrîşê hêzên Amerîkî kiriye.

Kataib Hizbullah ev ragihandin wek "nûçeyên rest yên sexte" bi nav kir.

Du jêderên ewlekarî yên Îraqî û karbidestekî Amerîkî ji Reutersê re gotibû ku, Ketaîb Hîzbullah evara do Yekşemê ji bajarokê Zummar yê Îraqê herî kêm 5 rokêt avetine ber bi bingeha leşkerî ya Amerîka li Rumalyn ya li bakurê rojhilata Sûrîyê.

Karbidestekî Amerîkî ku nexwest navê wî neyê eşkerekirin, gotibû ku zêdetirî 5 rokêt ji Îraqê ber bi bingeheke hevpeymanîyê li Rumalyn, Sûrîyê hatine avêtin, lê ti karmendên Amerîkî birîndar nebûne.

Heman karbidestî êrîşa ser hêzên Amerîkî li Rumalyn, "êrîşeke rokêtî ya têkçûyî" bi nav kir.

Wî herwiha got ku , firokeyeke şer ya hevpeymanîya navnaneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka li Îraq û Sûrîyê, êrîş birine ser xalekî li Zummar, cîhê ku roket jê hatiye avêtin.

Lê, Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) bi daxuyanîyeke ser X’ê red kir ku hevpeymanîyê li Îraqê êrîşên esmanî kiriye.


“Haya me heye ku , di hin nûçeyan de tê goitn ku Amerîka îro li Îraqê êrîşên esmanî pêk anîne. Ew ragihandin ne rast in. Amerîka îro li Îraqê êrîşên esmanî nekiriye, “ CENTCOM’ê got.

Amerîkayê di Mijdara 2023’an de, dijî jimareke endamên KH û milîsên Şîa yên din ku Îran piştgirîya wan dike tole ragihand, bi tawana beşdarbûna wan êrîşên dijî Amerîka û hevkarên wê yên li Îraq û Sûrîyê.

Ji 4’ê Sibatê ve ti êrîş li ser hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê nehatine kirin, ji dema ku komên bi piştgirîya Îranê ragihandin ku wê êrîşên xwe yên dijî hêzên Amerîkî rawestînin.

Wezareta Berevanîya Amerîka (Pentagon) di destpêka Rêbandanî de ragihandibû, ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve, dijî hêz û bingehên Amerîka yên li Sûrîyê û Îraqê bi giştî 127 êrîş hatine kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG