Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Berî Referandumê Giwaştinên Ser Katalonya Zêdetir Dike


Îspanya hewildanên xwe yên bo astengkirina referanduma serxwebûnê ya Katalonya, ku li ber e di 1’ê Cotmehê de li dar keve, didomîne.

Serdozgerîyê ji polîsên Katalonya xwest ku berpirsên lokalên hilbijartinê tespît bike, lokalan bigire û wan heta roja Yekşemê jî di bin çavdêrîyê de bihêlîne.

Polîsê Katalonya Mossos d’Esquadra dîyar kir ku ewê talimata serdozgerîyê bi cîh bînin.

Lidarxistina referandumê xweser e, lê dîsa jî girêdayî helwesta polîsên Katalonya yên girêdayî qanûna Îspanya ye.

Hikûmeta navendî ya Îspanya, dawîya hefteyê polîsên Katalan xistibûn bin kontrola xwe û Mossos d’Esquadre dabû bin jendirmeya Îspanî, Guardia Civil.

Hikûmeta Îspanya dijî referanduma serxwebûnê ya Katalonya ye. Her çiqas Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îspanya dîyar kir ku referandum dijî qanûna e jî hikûmeta herêmî ya Katalonya ji biryara referandumê venagere.

Wezîrê Peywendîyên Derve yên Katalonya Raul Romeya da zanîn ku ewê gel roja Yekşemê here ser sindoqan.

‘’Ewê deng, sindoqên dengdanê û lokalên hilbijartinê têra xwe bin. Ti gumana min ji vê yeke tune’’ Romeya got.

Ser lêpirsîna Serdozgerîya Îspanya, hefteya borî dijî kesên piştgirîya hazirkirina lokalên hilbijartinê dikin operasyon hatibû li dar xistin û 14 kes hatibûn desteser kirin.

Piştî ku Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îspanya dîyar kiribû ku ewê rojane 12,000 Euro cezayê pere bide, komisyona hilbijartinê karvekişîna xwe dabû. Polîsên Îspanya dest dabû ser 10,000,000 kaxetên dengan û 59 malperên derbarê referandumê hatibûn girtin.

XS
SM
MD
LG