Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevalbendên Puigdemont ji Wî Dixwazin ku Serxwebûnê Ragihîne


Yek jî hevalbendên girîng ya rêberê Katalonya Carles Puigdemont, îro Înê ji wî xwest ku serxwebûnê ragihîne û guh nede gefên hikûmeta Îspanî.

Partîya CUP ya çepger bang li Puigdemont kir ku bi zelalî serxwebûnê ragihîne û hemî daxwazên hikûmeta Madrîdê piştguh bike.

CUP di parlemana Katalonî ya 135 kursîyan de xwedîyê tenê 10 kursîyan e. Lê, hikûmeta kêmanî ya Puigdemont hewceyî dengên wê partîyê ye ku qanûnan derbaz bike û di dengdanên parlemanî de piranî wergire.

Puigdemont êvara Sêşemê ragihandineke sembolîk ya serxwebûnê kiribû, lê çend sanîyê piştre ew yek cemidandibû û daxwaza danûstandinan ligel Madrîd kiribû.

Serokwezîrê Îspanî Mariano Rajoy heta Duşemê dem dabû Puigdemont ku helwesta xwe zelal bike û heta Pêncşemê jî nerîna xwe bigihere.

Rajoy gefan li Puigdemont kiribû ku eger ew di cudabûnê de pêgir be, ewê otonomîya Katalonya hilweşîne.

XS
SM
MD
LG