Dozgerên Îspanî îro Çarşemê ragihand ku wan dijî rêberê Katalonî Quim Torra doz vekir, bi sedema ku wî red kiriye sembolên serxwebûnxwaz ji avahîyên hikûmeta herêmî rake.
Komîsyona hilbijartinê ya Îspanî îdia kiribû ku ew sembol propogandaya sîyasî ne û divê jiber nêzîkbûna hilbijartinên 28’ê Nîsanê werin rakirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku cudaxwazên Katalonî ew sembol di dema referanduma serxwebûnê ya 2017’an de daliqandibûn avahîyên hikûmetê.
Ger dadgeh Torra sucdar bibîne ku wî alayên Katalonî û sembolên din yên serxwebûnxwaz ranekirine, îhtîmal heye ku ew heta dema du salan ji kar were dûrxistin.