Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Îspanî Endamtîya 4 Parlamanterên Cudaxwaz yên Katalonî Cemidand


Parlamana Îspanî îro Înê mafê parlamantarîya 4 endamên Katalon yên cudaxwaz yên parlamanê Oriol Junqueras, Jordi Sánchez, Jordi Turull û Josep Rull cemidand.

Parlamanê ew biryar jiber rola wan ya di darxistina referanduma parlamanê ya 2017'an da ku ew kes niha jiber heman sedemê tên darizandin.

Partîya Sosyalîst (PSOE) ya desthilatdar, Partîya Gel ya konservatîf û Partîya Ciudadanos ya navendî piştgirîya biryarê kir, lê Partîya Podemos ya çepger dijî wê deng da.

Cîgirê Serokê Herêma Katalonya Oriol Junqueras, ku yek ji parlamanterên zindankirî ye, biryar şermezar kir.

"Parlamanterîya me li Îspanya hate cemidandin, lê ew nikarin wê yekê li Ewrupa bikin. Girtîyeke sîyasî ku têkeve Parlamana Ewrupî wê bersîva herî baş ya şermezarkirina givaştina dewleta Îspanî ye," Junqueras ji ser Twitterê got.

Hîjayî balkişandinê ye ku Junqueras, Sánchez, Turull û Rull di hilbijartinên giştî yên 28’ê Nîsanê de hatibûn hilbijartin.

XS
SM
MD
LG