Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Îspanya: Parlamentoya Katalonya Nikare Roja Duşemê Kom Bibe


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îspanya, bo rê li ber ragihandina serxwebûnê bigire, dîyar kir ku Parlamentoya Katalonya nikare roja Duşemê kom bibe.

Dadgehê da zanîn ku wateya kombûneke wisa binpêkirina qanûna bingehîn e.

Bi biryara dadgehê, serlêdana Partîya Sosyalîst ya Katalonya, ku dijî veqetîna ji Îspanya ye, hat pejirandin.

Serokwezîrê Îspanya Maria Rajoy jî piştî referandumê, Rêvebirîya Xweser ya Herêma Katalonya hişyar kiribû ku serxwebûnê ranegêhîne.

Rêvebirên referandumê dîyar kiribû ku rêjeya beşdarîyê 42,2 ji sedê ye û 90 ji sedê hilbijêran jî piştgirî dane serxwebûnê.

XS
SM
MD
LG