Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Katalonya Dev ji Referanduma Serxwebûnê Bernade


Katalonya, tevî hewildanên astengkirinê yên Îspanya dîyar kir ku ewê referanduma serxwebûnê li dar xîne.

Wezîrê Karên Navxweyî yên Katalonya Joaquin Forn da zanîn ku ewê li gor plana xwe herin û roja Yekşemê referandumê li dar xînin.

Forn got ku jibo ku girjî kêm bibe, ew bi hêzên ewlekarîyê yên herêmî re axifîye û da zanîn ku polîsên Katalonya di bin hikmê karbidestên herêmî de ne.

Hikûmeta navendî ragihandibû ku wan hêzên ewlekarî yên Katalon xistiye bin hikmê xwe û jiber vê yekê cûdabirî di navbera hêzên ewlekarîyê de çêbûye.

Berpirsê Derve yê Katalonya Raul Romeva, li Brukselê ji rojnamevanan re dîyar kir ku divê sazîyên Yekîtîya Ewrupa (YE) fehm bikin ku referandum bo wan çiqas girîng e.

Romeva da zanîn ku hikûmeta Îspanya bi zexteke zêde tê ser karbidestên Katalon û got ku ewê jiber referandumê ti bûyerên tundûtûjîyê çênebin.

‘’Tundûtûjî di DNA’ya Katalonan de tine’’ Romava got.

Serokê Katalonya Carles Puigdemont jî bere YE jiber nedana piştgirîyê sûcdar kiribû.

Ji alîyê din ve protestoyên Katalonan yên dijî giwaştinên hikûmeta navendî didomin. Li Barselona, bi hezaran xwendekarên zanîngehan, bi pankartên derbarê serxwebûnê, bo mafê dengdanê slogan gotin.

XS
SM
MD
LG