Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîzan Katircioglu Rewşa Aborîya Tirkîyê Dinirxîne


Aborîzan Katircioglu: Dibe Ku Aborîya Tirkîyê Bixetime

Li Tirkîyê nirxê diravên bîyanî li hember lîrayê Tirkî careke din rekor şikand û 1 dolar bû 7,66 lîra û 1 Euro jî bû 9 lîrayê Tirkî.

Bi vê yeke, ji serê salê heta niha lîrayê Tirkî hember dolarê % 28 û hember euroyê jî j% 34 nirx hinda kir.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî bilindbûna diravê bîyanî ya hember lîrayê careke din got ku ew êrîşên dijî aborîya xwe yek bi yek tüne dikin.

“Rezerva gaza xwezayî ya ku me li Deryaya Reş kifş kir hêvî da netewa me. Dewletên ku bi tezên xwe dixwestin li rojhilata Deryaya Sipî Tirkîyê paşguh bikin, êdî nêzî maseyê dîplomasîyê dibin. Aborîya me jibo çaryeka sêyan ya 2020’an de peyamên baş dide.”

Hem daxuyanîya Erdogan hem jî sedemên bilindbûna diravên bîyanî ya hember lîrayê Tirkî tên çi wateyê?

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê, aborîzan Profesor Erol Katircioglu dibêje ku Erdogan dixwaze aborîya xirab ya Tirkîyê tim bi hêzên derveyî welat ve girêde.

Katircioglu îdia dike ku bawerîya ti kesî li kiryarên Bankeya Navendî ya Tirkîyê nayê. “Deshilata Tirkîyê jî bawerîyeke xurt nîşanî gel nade. Ev yek hem bandorê li ser sermayedarên Tirkîyê hem jî li ser sermayedarên bîyanî dike. Jiber vê yekê jî diravên xwe ji Tirkîyê derdixin.”

Katircioglu dîyar kir ku aborîya Tirkîyê jiber ku kirîna zêdebûna berhemên bîyanî girêdayî derve ye.

“Derketina sermeyedaran bi lawazbûna hiqûqê û demokrasîyê, tunebûna azadîyan û polîtîka û têkilîyên xirab yên hikûmetê yên bi dewletên bîyanî ve peywendîdar e.”

Katircioglu bal kişand ku li Tirkîyê di navbera hilberîn û lêçûnan de ferqeke mezin heye. “Mesref û deynên Tirkîyê pir zede ne loma jî dibe ku aborîya Tirkîyê bixetime.”

MEB_22_09_20_Ketina_Nirxê_Lîraya_Tirkî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00

XS
SM
MD
LG