Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Katz: Îsraîl dê Başûrê Libnanê Heta Çemê Lîtanî Kontrol Bike

Israel Katz
Israel Katz

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz îro Sêşemê ragihand ku artêşa Îsraîlê dê başûrê Libnanê heta çemê Lîtanî kontrol bike.

Ev cara yekê ye ku Îsraîl bi awayekî fermî niyaza xwe ya kontrolkirina başûrê Libnanê eşkere dike.

Di civînekê de ligel serfermandarê artêşê, wezîrê berevanîya Îsraîlê got ku artêş dê "pirên mayî û devera ewlekarî heta Lîtanî kontrol bike û herêmeke tamponê ya berevanîyê damezrîne."

Katz berê jî gef li hikûmeta Libnanê kiribû ku ewê herêmê ji dest bibe eger koma terorîst a Hizbullahê bêçek neke.

Rojekê piştî destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê 28'ê Sibatê, Hizbullah dest bi avêtina mûşekan ber bi axa Îsraîlê ve kir. Wekî bersiv, Îsraîl êrîşên berfireh li dijî Hizbullahê li nav Libnanê pêk anîne.

Hêjayî gotinê ye ku çemê Lîtanî 30 kîlometreyan dûrî sînorê Îsraîlê ye.

XS
SM
MD
LG