Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Protestoyên Dijî Biryara Doza Parka Gezî Didomin

Jiber xirabûna biryara beratê ya Parka Gezîyê li Enqerê rêzeçalakî hatin darxistin. Rêxistinên kedê, gelek endam û rêvebirên sendîkayan li Ulusê civîn û li hemberî vê biryarê bertêk nîşan dan.

Endamê Baroya Enqerê jî li pêşîya Qesra Dadê ya Enqerê çalakîyek pêk anî û biryar şermezar kirin.

Dadgehê ji Osman Kavala re cezayê zindankirina hetahetayî û derheqa 7 kesên din jî 18 sal cezayê zindanê dabû.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşker (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK), Odeya Doktorên Tirkîyê (TTB), Muhesibên Serbest yê Enqerê û Odeya Muşawîrên Darayî bi hevre daxuyanîyeke hevpar dan.

“Hunê nikaribîn qêrîna demokrasî û azadîyê bê deng bikin. Emê hevalên xwe qet tenê nehêlin. Hêza ti kesî tuneye ku yên ku xwedî li siberoja vî welatî derketîye bêdeng bikin.”

Di bin sîbana Baroya Enqerê de rêxistinên dadî, Jibo Hiqûqzanan Dad, Jibo Hiqûnzanan Demokrasî, Piştgirîya Hiqûqzanan, Komela Hiqûqzanên Hemdem, Jibo Azadîya Komela Hiqûqzanan û Hiqûqa Civakî jî li pêşîya Qesra Dadê ya Enqerê civîn û hember pûçkirina beratê bertêk nîşan dan.

“Îro hiqûq hate binpê kirin. Yên ku ev binpêkirinê çêkir, wîcdana civakê mehkûm kir û cîyê xwe di nav dîroka tarîtîyê de mayînde kir. Rizgarbûn bi tena serê xwe nabe; yan emê hemû rizgar bibin yan jî dê ti kesek rizgar nebe.”

Komela Mafên Mirovan (ÎHD) û Waqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê (TÎHV) jî li hemberî vê biryarê daxuyanîyeke nivîskî da û ev biryar bi tundî rexne kir.

“Ti kesek nikare ku bi hawirdoreke çewsandinê me bifetisîne û bê deng bike. Niha bi destê dadê kesên ku mafên mirovan diparêzîn sûcdar nîşan didin û dixin zîndanan. Pêdivî ye ji vê biryara xelet yekser paşde were vegerîn.”

Di sala 2013’an de li Stenbolê li qada Parka Gezîyê çalakîyek destpêkiribû û li her derê Tirkîyê belav bûbû. Di vê çalakîyê de gelek kes birîndar ketin, hin kes jî mirin û gelek kes jî hatin desteser kirin. Piştî vê çalakîyê di derheqa pir kesan de jî doz hatibûn vekirin.

ED_27_04_2022_Enqere_Çalakî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

This item is part of
XS
SM
MD
LG