Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Doza Parka Gezî de Cezayê Hetahetayî li Osman Kavala Hat Birîn


Dadgeheke li Stenbolê di doza “Parka Gezî” de ku karsazê xêrxwaz Osman Kavala jî di nav de 17 kes dihatin darizandin biryara xwe ya dawî da.

Heyeta dadgehê bi tawana “Bi zor û tundîyê hewldana hilweşandina hikûmeta Tirkîye û astengkirina erka wê” cezayê heta hetayê yê girankirî da Osman Kavala ku ew ev ji 4 sal û nîvan zêdetir bû li zindana Sîlîvrî ya li Stenbolê dihat girtin.

Herwiha heman heyete ji tawana sixûrîyê ya dijî Kavala de jî biryara beraatê da. Lê Kavala jiber cezayê xwe wê nayê berdan û ewê li zindanê bimîne.

Dîsa di rûniştina vê dozê de ku 16 kesên din jî heyeta dadgehê jibo Mucella Yapici, Çigdem Mater, Hakan Altinay, Mine Ozerden, Can Atalay, Tayfun Kahraman, Yîgît Alî Ekmekçî 18 sal cezayên zindanê birî û biryara girtina wan da.

Piştî biryara dadgehê li salona dadgehê dirûşma "Her der Taksîm, her der berxwedan" hat qîrîn û daxuyanîyek jî hat dayîn.

Cîgirê Serokê Koma Partîya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel piştî biryarê li ber dadgehê axifî û got ku,“Li vir, di doza ku îro qedîya de, pêwîstîyên hiqûq û dadê pêk nehat. Li gor dilê yek zilamê ku welat bi rê ve dibe biryar hat dayîn. Tu kes ji me nikare vî vampîrê ku xwîna dadwerîyê dimije bigire, lê em hemû dikarin. Gezî azad e. Tayyîp Erdogan wê were mehkûmkirin, wê hesabê bide." Wî got.

Parlementera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Filîz Kerestecioglu jî piştî Ozel axifî û wê jî wiha anî ziman.

“Niha jî hewl didin hemû opozîsyonê bi terorê re girêbidin. Jiber vê yekê du rê hene. Yek em Tirkîyeyeke demokratîk û azad dixwazin, an jî em dixwazin ji alîyê van dadgeran ve werin darizandin? Em vê heq nakin. Hevalên me yên îro hatine girtin bêsuc in. Em hemû li wir bûn.”

Hêjayî gotinê ye ku li dijî xwepêşandanên Parka Gezî ya ku li Taksîm a Stenbolê destpê kiribû û li tevahîya welêt belav bibû. doza yekê di sala 2014’an de hatibû vekirin ku bersûc di sala 2015’an de beraat kirin, di sala 2019’an de dozeke nû li ser heman xwepêşandanan hat destpêkirin.

Û ev doz jî salek şûnde bi dawî bû, bersûcên ku bi tawanên "Bi zor û tundîyê hewldana hilweşandina hikûmetê Tirkîye, "birîndarkirina bi mebest" û "birîndarkirina giran" careke din beraat sitandin. Lê li ser îtîraza dozgerîyê biryar hat dayîn ku doz ji nû ve were dîtin.

MEB_4_25_Doza_Gezi_O_Kavala
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00
XS
SM
MD
LG