Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Îro Dengdana Teknîkî ya Ser Berbijarîya Kavanaugh Dike


Civata Senatoran ya Amerîka îro Înê dengdana teknîkî ya yekê li ser berbijarîya Brett Kavanaugh dike ku ji alîyê Serok Donald Trump ve ji Dadgeha Bilind ya Amerîkî re hatibû destnîşan kirin.

Heta niha çar senator, Susan Collins, Jeff Flake û Lisa Murkowski yên Komarî û Joe Manchin ê Demokrat ku dengê wan wê biryarder be, eşkere nekiriye ku ewê berbijarîya Kavanaugh erê bikin yan ne.

Dengdan li ber e di demjimêr di 10:30 de destpê bike û piranîya basît dê hewce be ku prosesa berbijarî berdewam bike û roja Şemîyê jî dengdana fermi ya erêkirinê were kirin.

Ger berbijarîya Kavanaugh ji alîyê Senato ve were pejirandin, li Dadgeha Bilind bi 5 beramber 4 wê baskê konservatîf xurtir be.

XS
SM
MD
LG