Balafira Hêla Esmanî a Azerbaycanê roja Çarşemê li rojavayê Kazakistanê ket xwar ku 67 kes tê de bûn.
Balafir ji Bakûyê diçû Groznî paytexta Komara Çeçenistanê ya li herêma Kafkasya Rûsyayê. Li gor nûçeya Ajansa France-Presse (AFP), Wezareta Rewşa Awarte a Kazakistanê ragihand ku firoke li nêzîkî bajarê Aktau yê li rojavayê welêt ketiye xwarê.
Wezareta Rewşa Awarte a Kazaxistanê ragihand ku di ketina balafirê de 25 kes sax mane û bi rêya platforma Telegramê daxuyaniyek da û ragihand ku, "Li gorî agahiyên destpêkê 25 kes rizgar bûne ku 22 kes jî rakirine nexweşxaneyê."
Wê diyar kir ku 150 karmendên rizgarkirinê şandin cihê bûyerê û da zanîn ku "îhtîmal e ku 42 kes mirine."
Wezaretê beriya niha gotibû, "Balafira ku ji Bakûyê diçû Groznî li nêzî Aktau ket xwarê" û gotibû firoke, "ser bi Hêla Esmanî ya Azerbaycanê ve ye."
Wê her wiha got, "Li gorî zanyariyên destpêkê ji aliyê Azerbaycanê ve, di balafirê de 62 geştiyar û 5 endamên taqima firokê hebûn."
Ji aliyê xwe ve, Hêla Esmanî ya Azerbaycanê diyar kir ku firokeya Embraer 190 "bi awayekî awarte daketîye xwar".
Li Kazaxistanê Balafirek Geştiyaran Ket Bi Dehan Kes Mirin
