Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derheqa Parlamenterên HDP’ê Gergerlîoglu û Kaya Lêpirsîn Hat Vekirin


Serdozgerîya Komarê ya Enqere jiber parvekirinên medya civakî yên têkildarî şerê li Çîyayê Garê derbarê parlamanterên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya û Omer Faruk Gergerlîoglu lêpirsîn da destpêkirin.

Artêşa Tirkîyê di 10 Sibatê de operasyoneke leşkerî ya bi navê Kartal Pençe-2 dijî hêzên Partîya Karkerên Kurdistan’ê (PKK) li çîyayê Garê ku girêdayî Herema Federe ya Kurdistan’ê û di bin kontrola PKK’ê de ye dabû destpêkirin.

Şêre di navbera her du hêzan de 4 rojan dewam kirîbû û li gor daxuyanî Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê Hulusî Akar ji bilî 13 dîl ên di deste PKK’ê de ku ji polîs û leşkeran pêk dihatin 3 leşkerên din jî jîyana xwe ji dest dan û 3 leşker jî birîndar bûn.

Omer Faruk Gergerlîoglu
Omer Faruk Gergerlîoglu

Piştî şerê di navbera PKK’ê û artêşa Tirk de rojeva giştî ya Tirkîye ev mijar e.

Serdozgerîya Komarê ya Enqere’yê jî jiber parvekirinên medya civakî yên têkildarî şerê li Çîyayê Garê di derbarê gelek kesan de lêpirsîn da destpêkirin ku di nav de parlamanter Kaya û Gergerlîoglu jî hene.

Serdozgerîyê jiber parvekirina dîmenên leşkerên dîlgirtî bi tawana “Propagandaya rêxistina terorê” lêpirsîn da destpêkirin.

Parlamanterê HDP’ê yê Kocaelî’yê Gergerlioglu, dîmenên leşkerekî dîlgirtî ya Ajansa Nûçeyan a Firat’ê (ANF) parvekirîbû û gotibû ku “Bi mirinê çareserî nabe, mijar kî bibe bila bibe divê em jîyana wan mirovan biparêzin.”

Parlamantera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî di parvekirina xwe de dîyar kirîbû ku Tirkîyê kampa dîlgirtîyan bombekiriye û hemî dîlan jîyana xwe ji dest daye.

Huda Kaya
Huda Kaya

“Yên ku derîyên xwe ji van malbatên dîlan re girtin niha dixwazin ser xwîna wan polîtîkayê bikin,” Kaya gotibû.

Piştî di derbara her du parlamanteran de lêpirsîn hat destpêkirin. Her du parlamanteran careke din li ser hesabê HDP’ê yên medya civakî daxuyanîyek dan û bertek nîşanî lêpirsînê dan.

Parlamanter Kaya di peyama xwe de destnîşan kir ku "leşker û polîsên dîlgirtî ev 5/6 sal in girtî ne û wê got ku tê xwestin ku ev rewş were veşartin.

Kaya herwiha bi bîr xist ku berê jî rewşên bi vî rengî hatibûn jiyîn, lê di encama pêşengîya rêxistinên civaka sivîl û partîyên siyasî de pirsgirêk bêxwîn hatibûn çareser kirin

"Tevî hemû hewldanên me, hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) di vê pirsgirêkê de gavek jî neavêt û kesên xwestin ku gavan jî bavêje pêşî li wan hat girtin û ew hatin tawanbarkirin. Divê lêpirsîn li dijî berpirsîyarên van mirinan bihata vekirin lê ev lêpirsîn dijî me hatin vekirin.”

Parlamanter Gergerlîoglu jî dîyar kir ku jiber ku ew rastîyan dibêjin ew armanc têne girtin.

“Em pir xemgîn in, em bi salan e banga aşitî dikin û ji xeynî aşitîyê tiştek din nabêjin. Em hêvî dikin ku pirsgirêk ne bi şer bi aşitîyê werin çareserkirin. Lê niha, jiber ku em rastîyan dibêjin di derheqa me de kampanya têne destpêkirin û wekî ku sûcdar me nîşan didin”

Li alîye din ve jî hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Parastina Tirkîyê Hulusî Akar îdia kiribû ku leşker û polîsên dîlgirtî yên di destê PKK’ê de ji alîyê PKK’ê ve hatine kuştin. Lê li alîyeke din ve jî PKK vê tawana dijî xwe red dike û destnîşan dike ku ew di bombardimana artêşa Tirkîyê de hatine kuştin.

MEB__02_18_21_Kaya_Gergerlîoglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:37 0:00

XS
SM
MD
LG