Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qazaqistanê 231 Hemwelatîyên Xwe ji Sûrîyê Vegerandin


Serokê demkî yê Qazaqistanê Qasim Comerd Toqaev îro Înê got ku wan di nav hefteya borî de 231 hemwelatîyên Qazaq ji Sûrîyê vegerandine welêt.

Togaev dîyar kir ku bi bawerîya wna ew hemwelatî kesên ku tev li DAIŞ'ê bûne û zarokên çekdarên DAIŞ'ê ne.

Wî da zanîn ku 156 ji wan kesan zarokên ji 6 salî biçûktir in û 18 ji wan bê deûbav in.

“Hemwelatîyên Qazaqistanê di navbera 7 û 9’ê Gulanê de, ji alîyê Wezarat Derve ya Qazaqistanê, Komîteya Ewlekarîya Netewî ya Qazaqistanê û hevalbendên bîyanî ve ji welêt re hatine anîn. Sazîyên dewletê û rêxistinên sivîl dest bi alîkarîya wan kir. Kesên giheştine male alîkarîya saxlemî derûnî û civakî wergirtin," Togaev got.

Hikûmeta Qazaqistanê di meha Rêbendanê de jî 47 hemwelatîyên xwe ji Sûrîyê anbînûn welêt.

XS
SM
MD
LG