Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Serdana Erebistana Saûdî Dike


Serdana Serokwezîrê Îraqê bo Erebistana Saûdî
Serdana Serokwezîrê Îraqê bo Erebistana Saûdî

Prencê Cîgir yê Erebistana Saûdî roja Çarşemê pêşwzî li Serok Hikûmetê Îraqê Mustefa Al Kazimî kir, ku berpirs dibêjin ev demek dirêje li benda vê serdanê ne jibo belgekirina têkiliyên bazirganî di navbera Îraq û Erebistana Saûdî de.

Ev serdan pêkhat piştî ku Îraqê û Erebistana Saûdiyê deriyê sinorî yê hevbeş li xala Er Er li dawiya sala borî vekirbû ku ew 30 sal bûn girtî mabû.

Berpirsekî Îraqê bo ajansa Nûçeyan ya Fransî AFP axivîye û dibêje "Araman ji vê serdanê danûstandin û û berfirehkirina hevkariya heyî ye û çalakkirina komîta hevbeş ya karên Îraq û Saûdiyê." Ya ku çavdêriya vekirina xala sinorî ya Er Er dike.

Berpirs herwiha dibêje, serdana Al Kazimî bo hewildana "Pêşxistina hevkariya aborî û weberhênanê ye." Û herwiha "Dîtina çareseriyan bo aramiya li herêmê".

Prensê Cîgir Mohammed bin Salman, desthilatdarê rastîn yê Memleketa Erebistana Saûdî li paytext Riyad li pêşwaziya Al Kazimî bû. Ajana fermî ya Erebistana Saûdî radigehîne ku serdana Kazimî li gor daxwzek fermî ya Şah Selmanî bû.

Ofîsa ragihandina Serokwezîr Al Kazimî rêze twît derbarê serdanê weşandine herwiha Serokwezîr di hesaba xwe ya fermî de berî bigihe Saûdiyê gotîye "Dê xebatê bikîn jibo berjewendiya gelên me û pêkanîna aramiyê û pêşxistina nirxên geşepêdanê li ser bingehê girêdana me ya bi hev re."

Di twîteke din de ofîsa ragihandinê ya serok wezîr behsa gehiştina Kazimî ya Erebesitana Saûdî dike.

Weha hatbû plan kirin ku yekemîn welatê Kazimî serdana wî bike dê Erebistana Saûdî be li meha Tîrmeha borî piştî weke Serokwezîrê Îraqê hat destnîşan kirin, lê di dema dawî de serdan hat betal kirin, jiber ku Şah Selman veguhastbû nexweşxanê jibo operasyona hilandina zerdavê.

Serdana wî ya yekê bo Tehranê pêkhatbû dojminê Riyad yê sereke, Kazimî li gel rêberê olî Alî Xamaneyî civyabû.

Al Kazimî tê naskirin jiber têkiliyên wî yên nêzîk bi Prensê Cîgir yê Erebistana Saûdî re, ew li ser werîsek tund dîplomasiyê dimeşîne, Bexda hin caran werîsê di navbera Riyaz û hevalbendê wê Washington di tund dike.

Îraq welatê duyan yê herî li pêşe di rêxistina OPEC de bo berhemanîna petrolê, û Erebistana Saûdî welatê yekê ye.

Kazimî xebatê dike, jibo lezê bide weberhênana biyanî li Îraqê ji wan piştevaniya Erebistana Saûdî dixwaze di sektora enerjî û çandinê de, herdu welat dixwazin têkiliyên aborî bihêz bikin.

Di deriyê sinorî yê "Er Er" re, ji meha Mijdara borî kelûpelên bazirganî di navbera herdu welatan de tên berdewam kirin, piştî ku sala 1990ê têkilî di navbera Bexda û Riyazê de hatbûn gutkirin, jiber êrîşa serokê berê yê Îraqê Sedam Husên bo ser kuwaitê û dagîrkirina wî welatî.

XS
SM
MD
LG