Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Varto: Mafê Kurdan Heye li Ser Axa Xwe Berevanîya Xwe Bikin


Di vê wêneya arşîvê de şervanên jin yên PKK'ê li Şengalê xwane dibin
Di vê wêneya arşîvê de şervanên jin yên PKK'ê li Şengalê xwane dibin

Artêşa Tirk bi bahaneya hebûna şervanên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) li sînorên Herêma Kurdistanê ketîye di nav axa Îraqê.

Raportên rojnamegerî didin zanîn ku li herêma Lolan, Sîdekan û Berwarî Bala artêşa Tirk çend bingehên leşkerî û xalên zêrevanîya danîne.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî roja Sêşemê bo rojnamevanan gotibû ku li gor pêzanînîn wan artêşa Tirk li Bakurê Îraqê ti operasyon encam nedane.

Abadî herwiha got ku ew qebûl nakin grubên çekdar axa Îraqê bi kar bînin û êrîş bibin ser welatekî din.

Li alîyek din, derbarê derketina şervanên PKK'ê ji Şengalê, nezelalî heye. Hin kes û berpirsên herêmî li Şengalê dibêjin ku şervanên PKK ji Şengalê derneketine, lê hinekên din dibêjin ew ji herêmê derketine û tenê xelkê Şengalê û welatîyên Îraqî mane.

Serhat Varto, berdevkê komîteya têkilîyên derve ya Koma Civakên Kurdistan (KCK) dibêje ku dema xelkê me yê Êzîdî li Şengalê ketibûn di tengasîyê, şervanên PKK'ê alîkarîya wan kir.

“Niha Êzîdî xwedîyê hêz in û wan sazîyên sîvîl û demokratîk ava kirine. Êdî dikarin xwe biparêzin, jiber wê yekê KCK'ê bi fermî biryar girt ku şervanên wê li Şengalê nemînin.”

Derbarê hebûna şervanên PKKê li Herêma Kurdistana Îraqê, Varto got ku mafê wan heye li her derê welatê xwe bin.

"Mafê Kurdan heye ku li ser axa xwe, li ser cografya xwe berevanîyê li xwe bikin. Yê ku neheq û dagîrkar, dewleta Tirk e".

Hevpeyvîn ligel berdevkê KCK'ê Serhat varto 11.04.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:31 0:00

XS
SM
MD
LG