Lînkên eksesibilîtî

KCK'ê Bang li Girtîyan Kir ku Greva Xwebirçîkirinê bi Dawî Bikin


Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyanîyeke nivîskî ji girtîyên di greva xwebirçîkirinê de xwest ku ew çalakîya xwe bi dawî bikin.

KCK'ê ragihand ku girtîyan bi çalakiyên xwe, "têkoşîna demokrasîyê ya li dijî faşîzma AKP-MHPê tê meşandin xurtir kirine û jiber vê yekê pêwîstî pê nema ye ku berxwedana wan hîn pirtir bidome."

KCK dide zanîn ku li Tirkîyê nêzî 300 kes di greva xwebirçîkirinê de ne ku hin ji wan di roja 63'an de ne.

KCKê diyar kir ku girtîyan "jibo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kiryarên li dijî gelê Kurd û rawestandina operasyonên siyasî û zextên li zindanan" dest bi greva xwebirçîkirinê kirine.

XS
SM
MD
LG