Berdevkê Yekîtî Niştîman Kurdistan YNK'ê ragihand ku ew di hevdîtinên xwe yên li gel Partî Demokratî Kurdistan PDK'ê de, jibo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze her titş pêşwext were zelal kirin.
Berdevkê YNK'ê Saadî Ehmed Pîre ji Dengê Amerîka re got: "Gotûbêjên YNK û PDKê teknîkî ne ji bo pênasekirina hemî erk û berpirsyariyan û şêweyê bi hevre karkirina her du aliyan ku bi temamî her tişt were zelal kirin."
Pîre dibêje, "Berê dema ku tiştek dihat nîqaşkirin, PDK’ê digot ku me di dema muzakereyê de nîqaş nekiriye, ji ber vê yekê niha her tişt tê nîqaşkirin û çi tê xeyalkirin divê were belge kirin."
Biryare îro Çarşemê, şanda teknîkî ya Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNK'ê û Partî Demokratî Kurdistanê PDK'ê bo cara sêyem li ser pêkanîna hikûmetê û dabeşkirina desthilatan bicivin.
Pîre wiha got, "YNK dixwaze hikûmet zû ava bibe, lê hikûmeteke rast û bi bernameyeke rast."
"Berê me pirsgirêkên bawerîyê di navbera xwe û gel de hebûn, sedema vî jî ewe ku me erk û berpirsiyên xwe bi temamî zelal nedikirin, me şêweyê bi hevre karkirinê zelal nedikir, herwiha dabeşkirina desthilatan jî baş nedihatin nîqaş kirin, îmkanên ne zelalî û şiroveyên cuda hebûn," Pîre got.
Dema ku dihat çaverêkirin ku îro Çarşemê gera sêyan ya danûstandinên PDK û YNK ser avakirina hikûmetê dom bikin, serkirdeyekê payebilind yê Partiya Demokrata Kurdistanê PDK'ê dibêje, encamên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê maf dide partiya wan ku Serokwezîr û Serokê Herêma Kurdistanê her du para PDK'ê bin û ev jî di danûstnadina de hêla sore.
Serkirdeyê naskirî yê Partiya Demokrata Kurdistanê PDK'ê Fazel Beşaretî ji Dengê Amerîka re got, "YNK li ser bingeha kîjan yasa û pîvanan dixwaze serokwezîrî para wê be, ev di demkê de ye ku dengên gel biryar dide, PDK di hilbijartinan de serkeftiya yekê ye. divê postên sereke ji PDK'ê re bin," Be]aret' got.
Li gorî encamên hilbijartinên 20'ê meha 10 ya 2024'ê yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê PDK'ê 39 kursî, YNK'ê 23 kursî, Newey Niwê 15 kursî, Yekgirtûya Îslamî 7 kursî, Tevgera Helwest 4 kursî, Tevgera Dadperwerî 3 kursî, Eniya Gel 2 kursî, Sosiyalîst 1 kursî û Tevgera Goran jî 1 kursî bidest xist bûn, ji hejmara 100 kursiyên parlamentoyê 5 kursî bo pêkhateyan hatine veqetandin.
Amerîka ê hin welatên rojavayî dixwazin ku hikûmeta herêma Kurdistanê zû were avakirin û rewşa herêmê rihet û bi ewletir bibe, ji bo vê mebestê mediya navxweyî ya herêma Kurdistanê ragihand ku îro Çarşemê li Hewlêr Daniel Rubinstein karbirêkerê balyozxaneya Amerîka li Îraqê serdana Hewlêr kirîye û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kom bûye.
Di civînê de Rubinsteinû Barzanî rewşa Herêma Kurdistanê, encamên hilbijartinên Parlamentoyê û hewlên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.