Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnan de 5 Kes li Keşmîra Hîndistanê Hatine Kuştin


Di pevçûnên navbera hêzên Hîndistanî û mîlîtanên cudaxwaz de, herî kêm 5 kes li herêma Keşmîr ya bin kontrola Hîndistanê hatine kuştin.

Karbidestên Hîndistanî ragihand ku di nav kesên kuştî de kesekî sivîl jî heye û çavdlr kuçtinên dawî wek destpêbûna pêleke nû ya tundî û tûjî dinirxînin.

Girjîya li herêma Keşmîra piranî misilmanji êrîşa xwekujî ya 14’ê Şubatê vir ve bilind bûye ku mîlîtanên rêxistina tundrê Jeyşê Mihemed ya bingeh li Pakistanê, bi kêmî ve 40 polîsên ser bi Hîndistanê kuştibûn.

Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi serbestî dabû hêzên xwe ku bersîvdana êrîşan bidin û lêgerînîn rojane li gundên Keşmîrê bikin.

Berevankarên mafên mirovan helwesta hêzên ewlekarî rexne dikin ku gelek caran sivîlan jî dikin armanc.

XS
SM
MD
LG