Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Li Gor Encamên Pêşî "Zêrevanên Şorişa Îranê" Berpirsin ji Êrîşî Ser Keştiyan


Pentagon
Pentagon

Berpirsekî Amerîkî bo kenalê Al Hurra yê Amerîkî ku weşana xwe bi zimanê Arabî dike gotiye, lêpirsîn û encamên pêşî didin zanîn ku destê zêrevanên Şorişa Îslamî ya Îranê, li gel wan êrîşên heye yên ku serê sibeya roja Pêncşemê bo ser du keştiyan pêkhat bûn li kendava Oman.

Berpirs dibêje, belgeyên di dest de hene, didin zanîn ku Zêrevanên Şorişa Îslamî "Heres Sewrî" li piş êrîşa li dij keştiyan e.

Çavkaniyan bo Al Hurra dane eşkere kirin ku "tenê Îranê ew şiyan hene" û niha taqima keştiyekê ji wan, weke rehîne di dest zêrevnanên Îranê de ne."

Berpiresekî Pentagonê berî niha jî, dabû ragihandin ku civînek, li ser astê fermandarîya navîn û serokatiya erkanên artêşa Amerîkî li ser bûyera li kendavê pêkhatîye.

Wî berpirsî dabû zanîn ku civînê tekez li ser pilaneke awarte kirîye û kanê ewê çawan serderiyê li gel êrîşkariyên Îranê li herêmê bikin".

XS
SM
MD
LG