Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîya Şer Ya Îranê Li Kendava Omanê Dişewite Û Binav Dibe


Arşîv: Şewitîna keştiyeke Îranê li Asaloye ya başûrê welêt
Arşîv: Şewitîna keştiyeke Îranê li Asaloye ya başûrê welêt

Medyaya dewleta Îranê îro Çarşemê ragihand ku keştîya şer ya herî mezin ya hezên deryayî ya welêt li Kendava Umanê şewitî û binav bûye.

Li gor ragihandinên medyayê keştîya bi navê 'Xark – Kharg' li nêzî bendera Jask ya Kendava Farsî cîh digire ku herêmeke xwedî çavkanîyên mezin yên petrolê ye, binav bûye "Tevahîya hewlên rizgarkirina keştîyê bê encam bûn û ew binav bû," ajansa nûçeyan ya Fars ragihand.

Herwiha hate ragihandin ku, hemî karmendên li hindurê keştîyê de bi ewlehî hatine xilas kirin.

Di derbarê sedema derketina şewata di keştîyê de, heya niha ti agahdarî nehatine dîyar kirin.

Medya dibêje, ku şewat di saet 2:25 ber bi serê sibehê dema ku perwerdehî dihat kirin, destpê kiriye.

'Xark – Kharg' yek ji çend keştîyên Îranê bû ku dikare dema ku li nava deryayê bû, keştiyên din re petrolê peyda bike.

Li heremê, îdayên beramber hene ku dibêjîn dijî keştîyên Îran û Îsraîlê êrîşên bi zanabûn têne kirin.

Îranê di meha Nîsanê de gotibû ku li Deryaya Sor yek ji keştîyên wê bi teqinerên limpet hatiye êrîş kirin.

Îran û Îsraîl ji Sibatê vir ve hevûdin bi êrîşên ser keştîyên kargoyan tawanbar dikin.

Hejayê bir xistinêye ku sala borî, keştîyek leşkerî ya Îranê di dema rahênanêke ya li nêzî Jask bi xeletî bi mûşekan li keştîyeke din xist ku 19 karmend hate kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG