Rêvebirîya Xizmetên Ambulansê ya Netewî ya Îsraîlê, Magen David Adom (MDA) îro Duşemê ragihand ku di êrîşeke gulebarandinê de 3 Îsraîlî li Kenara Rojava hatin kuştin û hejmareke kesên din jî birîndar bûn.
Êrîş ser otomobîl û otobusekê nêzî wargeha Kedumim ya ya bin dagirkerîya Îsraîlê qewimî.
Êrîşa îro di vê demê de tê ku xebatên dîplomatîk yên jibo dawîkirina şerê 15 mehî li Gaza û vegerandina dîlên Îsraîlî xurt bûbûn.
Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich, ku li bajarokê ku êrîş lê hat kirin dijî, jibo nîqaşkirina guhertina stratejîyê û tunekirina terorê, banga civîneke lezgîn ya kabîneya Îsrîalî kir.
Smotrich, ku rastgirekî tund e, bi salan e ku banga serwerîya Îsraîlê li Kenara Rojava dike, ku Filîstînî ew dever wek axa dewleta xwe ya siberojê dibînin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî dîyar kir ku ew sûcdar û kesên ku alîkarîya wan kirîye derxin pêş dadgehê.
Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê, Israil Katz jî got ku wî ferman daye artêşê ku bi hêzeke mezin bersîvdana êrîşê bidin.
Radyoya Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku hêzên artêşê dorpêçek li derdora gundên deverê danîye ku li bergumanan bigerin ku bawerî heye ku revîne gundekî Filîstînîyan ya wê derê.
Jêder: Reuters