Breaking News

Kêşeya Siyasî li Îraqê Berdewam e

Kêşeya Siyasî li Îraqê Berdewam e
Kêşeya Siyasî li Îraqê Berdewam e

Kêşeyên siyasî li Îraqê berdewamin. Herçende gelek bizav têne kirin bo çareser kirina van kêşeyan lê hêşta çi encamên wesa nebune.

Wezîrê derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî dibêje yêk ji egerên serekî bo vî destûdarê siyasî yê aloz li welatê wî, pênegirtine bi rêkeftin û desturê welatî ye.

Di hevpeyvînekê de digel hevkar Balên Salih, Hoşyar Zêbarî herweha dibêje pêkanîna hikûmeta noke ya Îraqê, rola alîyên Kurdî diyar dike ku çend giringe li Îraqê, û kêşeyên navbera hikûmeta navindî û ya herêmê bi rêka danûstandinan çareser dibin û ne bi rêka aloztir kirina destûdarî. Rêzdar Zêbarî dibêje, li yêk du heftiyên bên, pitir bizavên siyasî dê hên kirin bo çareser kirina van kêşeyan.

Her li ser desdûdarê siyasî li Îraqê, peyamhinêrê Pişka Kurdî Li Bexda Goran Tewfîq raportek hinartiye. Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Balen Salih digel wezîrê derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî û bo guhdarî kirina raporta peymnêr Goran Tewfîq, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG