Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kêşeyên Herêmî Pêwendîyên Tirkîyê û Kurdên Îraqê Kûrtir Dikin


Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê li Tirkîyê ye di nav yêkim seredana xwe ya dervey welatî de ji meha sê ve ku dest bi kar bû.

Şîkarên sîyasî li Tirkîyê seredana Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê , Nêçîrvan Barzanî wek îşaretek bo girîngîya Tirkîyê ya rû li zêde bûnê dibînin.

Tê çaverêkirin ev seredane pitir li ser pêwendîyên baş yên navbera Tirkîyê û Kurdên Îraqê ava bike.

Peyvdarê wezareta derve ya Tirkîyê, Selcuk Unal dibêje, Kurdên Îraqê wek hevalbendek girîng tên dîtin.

Di raporta xwe de ji Îstanbulê be, Dorian Jones dibêje tê çaverêkirin ku serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazên Tirkîyê bo ramalîna PKK ji wê herêmê red bike, li demekê de şîkarên sîyasî bawer diken her dû alî dê pitir balê bikşînin ser mijarên wan nêzîkî hev dike heta dûrxistinê. Bo guhdarî kirina raportê li ser fayla dengî kilîk bike.

XS
SM
MD
LG