Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keith Kellogg bi Rêberên Ewrupî re Ser Ukrayna Danûstandinan Dike


Nûnerê Taybet yê Serok Donald Trump yê jibo Ukrayna Keith Kellogg li Ewrupa danûstandinan dike.

Kellogg di vê demê de danûstandinan dike ku nûnerên payabilind yên Amerîka û Rûsya li Erebistana Saudî dicivin.

Di qonaxa pêşî de, Kellogg li Brukselê bi Serokê Konseya Ewrupa Antonio Costa û Seroka Komîsyona Ewrupa Von der Leyen re kom bû.

Von der Leyen piştî civîna bi Kellogg re dîyar kir ku ew jibo aştîya mayînde ya li Ukrayna bi Amerîka re hevkarîyê bikin.

Kellogg gotibû ku ne çaverê ye Ewrupa bi awayekî rastexwe beşdarîyê li danûstandinên ser Ukrayna bike.

Nûnerê Taybet Kellogg wê Serokê Polonya Andrzej Duda re jî bicive û piştre derbazî Kîev ya paytexta Ukrayna bibe.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy do Duşemê gotibû ew dixwaze ku Kellogg bibe enîyên şer.

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir.

Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî li hember dagirkerîya Moskowê piştgirî dan Kîevê.

Serok Trump hefteya borî bi rêberên Rûsya û Ukrayna re axifîbû û gotibû ku ewê dest bi danûstandinên ser aştîyê bikin.

Rêberên Ewrupî dibêjin jibo ewlekarîya welatên wan divê ew jî beşdarîyê li danûstandinan bikin, lê Washington dibêje pêdivî bi beşdarîya Ewrupîyan tuneye.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG