Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu Serokomarê Tirkîyê Erdogan Wek Dîktator Nav Dike


Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro Sêşemê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wek dîktator bi nav kir û ew bi mudaxeleya nav sîstema dadwerî sucdar kir.

Kiliçdaroglu ku jibo protestokirina zindankirina parlamenterê partîya xwe Enes Berberoglu ya bi direjîya 25 salam, ew şeş roj in ku di meşa adaletê de ye û armanc dike ku ji Enqerê bimeşe Stenbolê.

"Ezê tim li alîyê dadwerîyê bim. Ku yekî ji min re bêje, mafên te jibo te nîme tin, ezê behsa dîktatorîya wî kesî bikim. Ez dibêjim tu (Erdogan) dîktator î,” Kiliçdaroglu li bajarê Çamlidere ya 100 km dûrî Enqerê got.

Şîroveyên Kiliçdaroglu bersîvdana daxuyanîyên Erdogan e ku di dawîya hefteya borî de gotibû ku divê adalet li parlemanê were gêran û hikûmet ji CHP'ê re qencî dike ku dihêle ew rêdeçûn pêk were.

Berberoglu qanûndanêrê yekê ye CHP'ê ye ku di operasyonên hikûmetê yênj piştî hewila darbeya leşkerî hate girtin. Li Tirkîyê pirtir ji 50,000 kes hatine zindan kirin û zêdeyî 150,000 ji kar hatine dûrxistin û qewitandin.

XS
SM
MD
LG