Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuweyt û Behreyn: Hêzên Me bi Dehan Mûşek û Dronên Îranê Xistin

Civata Hevkarîya Kendavê(GCC)
Civata Hevkarîya Kendavê(GCC)

Wezareta Berevanîya Kuweytê îro Çarşemê ragihand ku leşkerên wan du mûşekên balîstîk û 13 dronên Îranê dema gihiştine esmaê Kuweytê ew xistine xwar.

Li gor daxuyanîya wezaretê ya li ser platforma X'ê, ev mûşek û dron bi serkeftî hatine xistin. Di encamê de ti kesek birîndar nebûye û ti ziyan negihîştiye herêmê.

Herwiha Wezareta Berevanîyê eşkere kir ku ji destpêka êrîşên Îranê yên li ser Kuweytê ve, bi giştî 15 mûşekên kruz, 383 mûşekên balîstîk û 906 dron hatine rûbirûkirin.

Li alîyê din, Hêzên Berevanîya Behrêynê jî îro Çarşemê li ser platforma X'ê daxuyanîyek da û destnîşan kir ku Îran bi rêya êrîşên mûşekî û dronan, sivîlên li Behreynê dike armanc.

Li ser êrîşên Îranê, Wezareta Derve ya Kuweytê li ser platforma X'ê ragihand ku Kuweyt van êrîşên “hov” ên Îranê yên li ser Behreynê şermezar dike.

Di heman demê de, Wezareta Derve ya Qeterê jî piştgirîya xwe diyar kir û ragihand ku ew van êrîşên dubare yên Îranê yên li ser Behreyn û Kuweytê wekî binpêkirina serwerîya herdu welatan û qanûnên navneteweyî dibînin. Di dawîyê de, wezaretê tekez kir ku divê herêm ji encamên van êrîşên bêsedem bê parastin û rêya dîplomasîyê berdewam bike.

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)'ê şeva borî ragihand ku hêzên wan, "dest bi rêzek êrîşên giran li dijî Îranê kiriye. "

This item is part of
XS
SM
MD
LG