Wezareta Derve ya Kenedayê îro Sêşemê ragiahnd ku ew cezayên nû li ser 11 sazî û rêxistinên Îranê sepandin.
Wezareta Derve diyar kir ku ev 11 sazî berê di sala 2016’an de, piştî peymana navokî ya 2015’an, ji lîsteya cezayên Kenedayê hatibûn derxistin, lê îro careke din ketin bin van cezayan.
Kenedayê ragihand ku ev sazî di karên navokî yên “metirsîdar,” çêkirina mûşekan û fînansekirina karên rejîma Îranê de cih girtine.
Di nav kompanîyên ku hatine cezakirin de, Kompanîya Neteweyî ya Neftê, Kompanîya Neteweyî ya Keştîyên Neftê, Banka Neteweyî ya Îranê û çend sazîyên din ên pîşesazîya navokî û darayî hene.
Hikûmeta Kenedayê diyar kir ku divê rejîma Îranê careke din dest bi hevkarîya tevahî bi Ajansa Navneteweyî ya Hêza Navokî re (IAEA) bike û vegere ser maseya danûstandinên li ser bernameya xwe ya navokî.