Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Çeteyekê de 7 Kes li Kenyayê Hatine Kuştin


Polîsên Kenya dibêjin, bi kêmî ve 7 kes hatine kuştin, piştî ku çeteyan êrîş birin ser gazînoyekê li bajarê Malindi û ligel polîsan ketin nav şer.

Desthilatdar dibêjin, polîsan teqe li 6 êrîşbiran kirin, yên ku Pêncşemê nîvê şevê derbazî gazînoyê bûn.

Hate ragihandin ku polîsek jî di pevçûnê de hate kuştin.

Berpirsê polîsên herêmî Aggrey Adoli got, desthilatdaran 4 êrîşbir girtine û niha li yên mayî digerin.

Êrîşbir endamên berguman yên Konseya Komarî ya Mombasa ya cudaxwaz in ku berpirsîya zincîre êrîşên vê dawîyê ketîye stûyê wan.
XS
SM
MD
LG