Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Zilamekî Kenyayî bi Plankarîya Êrîşeke Wek 11'ê Îlonê Tawanbar Dike


Karbidestên federalî yên Amerîkî îro Çarşemê ragihand ku zilamekî Kenyayî dixwest ser navê rêxstina terorîst El Şebab êrîşeke wek 11'ê Îlonê li dijî Amerîka pêk bîne.

Karbidestan ragihand ku zilamê bi navê Cholo Abdi Abdullah 30 salî ye û ew di 2019'an de li Fîlîpînê hatibû desteser kirin û roja Seşemê ji wan re hatibû radest kirin.

Karbidestan da zanîn ku Abdullah plan dikir ku firokekê birevîne û piştî lêdana ji avahîyekê firokê gêr bike.

Abdullah îro li dadgehê tawana hember xwe red kir, lê ger dadgeh wî sucdar bibîne ew dikare heta 20 salan cezayê zindanê bixwe.

Dozgeran got ku Abdullah ji sala 2017'an heta 2019'an perwerdeya karanîna firokan dîtiye û destûrnameya rêvebirina firokan wergirtiye.

XS
SM
MD
LG