Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kenya Serokwezîr û Senatorên Nû Hildibijêre


Gelê Kenya îro Sêşemê bo hilbijartina serokwezîr, parlementer, senator û nûneran diçe ser sindoqan.

Di hilbijartinê de, bo serokwezîrîyê 8 berbijar hene û ji wan Uhuru Kenyatta û Raila Odinga li pêş in.

Li seranserê Kenya 19,000,000 hilbijêr hene û dê li 40,000 navendan herin dengê xwe bidin.

Bo serokwezîrîyê, divê berbijarek bi kêmî ve 50 ji sedê dengan bistîne. Ger ti berbijar negihêjin wê rêjeyê, li ber e ku bi biryara Dadgeha Qanûna Bîngehîn, di 14'ê Îlonê de careke din hilbijartin li dar keve.

Li dû hilbijartina sala 2007'an, 1100 kes li Kenya di pevçûnan de jîyana xwe ji dest dabûn û 600,000 kesên din jî warên xwe terk kiribûn.

Çavdêrên navneteweyî dîyar dikin ku Kenyatta û Odinga bi zimanekî ku tundûtûjîyê red dike axifîne û bi baldarî kempeynên xwe meşandine.

XS
SM
MD
LG