Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Gumanbar ya Mîlîtanên Êslamî de 8 Kes li Kenya Hatine Kuştin


Somalia and Kenya
Somalia and Kenya

Polîsên Kenyayî ragihand ku di êrîşeke gumanbar ya mîlîtanên Îslamî ya dijî otobusekê de, jimareke kes li nêzî sînorê Somalî hatine kuştin

Berpirsê polîsan Stephen Ng’etich ji Reutersê re got ku otobus li devera Kotulo bp armanca êrîşê, ll wî ti hûrgilîyên din nedan.

“Komeke zilamên çekdar vê êvarê êrîş birin ser otobusekê k uber bi bakurê Kenya ve diçû ... Em texmîn dikin ku El Şebab ew êrîş kir,” Ng’etich got.

Rêxistina tundrê El Şebab ya Somalî pir caran Kenyayê dike armanc, piştî ku wî welatî di sala 2011an de, jibo ku dijî El Şebab şer bikin, leşkerên xwe şandibûn Somalî.

Kanala Citizen TV ya Kenyayî ragihand ku di êrîşê de 8 kes hatine kuştin. Berdevikekî polîsan ji Reutersê re piştrast kir ku di êrîşê de kuştî hene, lê wî zelal nekir ku çend kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG