Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Sêşemê li Moskow bi hevtayê xwe yê Rûsî, Sergei Lavrov re û li ser şerê dijî DAIŞê hevdîtinek pêk anî.
Kerry got, ew bawer dike ku Amerîka û Rûsya di xalên hevbeş de giheştine hev.
“Di berjewendîya hemî cîhanê de ye, dema welatên hêzdar yên cîhanê ku xwedîyê dîrokeke dûr û dirêj in, di xalên hevbeş de werin ba hev.
Lavrov jî kefxweşîya xwe li ser hevdîtinê dîyar kir û got ku ewê axaftinên xwe ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin gotûbêj bikin.
“Emê demeke paştir îro ligel Serok Putin bicivin û jê re bejin ku em çi peyîvîne. Ez bi hevî me ku serdana Kerry encamên erênî bîne.”