Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Berdewam de 3 Kes li Kerbela Hatine Kuştin


Xwepêşandarên dihî hikûmetê li Bexda (Arşîv)
Xwepêşandarên dihî hikûmetê li Bexda (Arşîv)

Karbidestên Îraqî îro Duşemê ragihand ku 3 xwepêşander di encama teqekirina polîsan de li pêş konsulxaneya Îranî ya li bajarê Kerbela hatine kuştin.

Karbidestan dîyar kir ku di maytekirina polîsan de herwiha 19 kesên din jî birîndar bûn.

Li Îraqê, taybetî jî li bakarên Şîa yên li başûr gelek xwepêşandanên dijî hikûmetê berdewam dikin ku xwenîşander bêkarîya bilind, lawazbûna xizmetkarî ya berfireh û bertîl û perexwarinê bi tundî şermezar dikin.

Di demên dawîyê de Îran û rola wê ya di jîyana sîyasî ya Îraqê de dibe armanca rexneyên tund yên xwepêşanderan û ew herwiha daxwaza guhertinên sîyasî ji dikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji destpêbûna xwenêşandanên nerazîbûnê vir ve, pirtir ji 250 kes di encama tundîya wan xwepêşandanên de hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG