Lînkên eksesibilîtî

Necmedîn Kerîm: Em Biryara Parlemana Îraqê Nas Nakin


Dr. Necmedîn Kerîm

Parlemana Îraqê biryar da ku walîyê Kerkûkê, Dr. Necmedîn Kerîm ji kar dûrxîne, lê Kerîm ji VOA re got ku ew wê biryarê nas nake.

Kerîm got ku ew bi dengê gelê Kerkûkê hatiye hilbijartin û tenê ew dikarin wî jî kar dûrxînin.

“Parlemana Îraqê, parlemana yek netew û du mezheban e û nûnertîya Kurdan nake. Loma jî ji min re şabûn e ku ev biryar li ser min hatiye dayîn.”

Kerîm bi bîr xist ku Kerkûk xwedîyê statuyeke taybet e û qanûna parêzgehan li Îraqê ti desthilat li ser Kerkûkê nake û tenê Civata Parêzgeha Kerkûkê dikare wî ji kar dûr xîne.

XS
SM
MD
LG