Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşkarên Ser Dêra li Parêzgeha Kerek a Urdunê Hatine Girtin

Hêzên ewlekarîya Urdunê li nêzîk Dêra St. George, li gundê Hemûde  yê parêzgeha kerk
Hêzên ewlekarîya Urdunê li nêzîk Dêra St. George, li gundê Hemûde yê parêzgeha kerk

Hêzên ewlehîyê yên Urdunê sê gumanbarên têkildarî êrîşa li ser dêrekê li parêzgeha Kerekê girtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Urdunê Mazin el-Feraya îro Duşemê piştrast kir ku êrîşkarên ser dêra li gundê Hemûd ê li parêzgeha Kerek beşdar bûne, ku bû sedema mirina neh kesan, hatine girtin û dê bigihêjin cezayê xwe.

Di preskonferansekê de el-Feraya hin hûrgilîyên nû yên derbarê êrîşê û êrîkaran de eşkere kirin û got, hersê êrîşkarên hatin girtin ji malbatekê ne û du ji wan bira ne, û li gundê Hamûde bixwe dijîn.

Di postekê de li ser platforma X’ê , el-Feraya got, "Dema me ji gelê xwe xwest ku dilê wan rehet be, ev ne tenê gotinek yan daxwazek bû; lê em bi îsrar in ku sedemên rastîn bidin wan da ku ew bi aramî û ewlehî bijîn."

Karbidestê Urdunî got ku "Me kujer girtin, em hemû şert û mercên ku ciwanan ber bi tundrêbûnê ve dibin lêkolîn dikin û em ê her kesê ku beşdarîya wî di vê bûyerê de dê bihê îspatkirin hesabê ji wan bixwazin."

Li gor ajansan, kekên gumanbar çekdar bûn di dema biser de girtinê de pevçûneke çekdarî li xanîyekî vala pêk hat, ku tê de her sê gumanbar birîndar bûn.

Êrîş roja Înê, 23ê Cotmehê, li dêra St. George ya Kristiyanan li gundê Hemûde yê parêzgeha Kerek di dema merasîma cenazeyekê de, pêk hatibû. Di encamê de neh kesan jiyana xwe ji dest dan û 34 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên fermî, dema hêzên ewlehîyê gumanbar dîtine, daxwaza xweradestkirinê ji wan kirîye lê wan dest bi gullebarandinê kirine. Di operasyona desteserkirinê de çek û cebilxane jî hatin dîtin û desteserkirin, ti kesek ji hêzên ewlehîyê birîndar nebûn.

Hêjayî gotinê ye ku Şahê Urdunê Abdullah ê Duyem soz dabû ku berpirsên êrîşê bên girtin û cezakirin. Herwiha vêkolîn ji bo zelalkirina sedemên êrîşê û alîyê li pişt êrîşê werin eşeker kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG